DEHA, BAQIL
TAYBETÎYÊN HEVPAR YÊ DEHAYAN (mirovên ku mêjiyê wan pirr baş dixebite,zû hînî tiştan dibin)
-
MOTÎVASYON: Xwastekeka pirr xurt yê mirovên deha hene ji bo zêde u dirêj şuxilîn. Ewana dixwazin hemî tiştên ku ji projeyekê hilgirtine bidin, Motîvasyonê xwe bi rêya fikirandina li ser serkeftina we ya pêşerojê pêşve berin,u berdewamî ya xwe biparêzin.
-
CESARET (VÊRÎN): Cesaret dixwaze kirina tiştên ku jibo yên din nemûmkûn xuya dike. Eger hûn cuda ne dev ji xemxwarinê li ser gotin u fikra mirovên din berdin.
-
XÎRETKEŞANDIN JI BO ARMANCAN: Mirovên deha dizanin ku bixwe çi dixwazin u dûvre li pey wê diçin. Qontrolê jîyanê xwe u pîlanên xwe bidestxin.Bila her roj tiştên we yê taybet ji bo pêk anînê hebin.
-
ZANYARÎ: Mirovên deha bênavber agahîyan kom dikin.Qet şevê nerazên bêyî hînbuna herî kêm yek tiştê nu her roj. Bixwînin.U ji mirovên ku dizanin bipirsin.
-
DÛRISTÎ: Mirovên deha rastgo,dilgerm u dûrist in.Li pey berpirsyarîyê xwe bisekinin ji bo tiştên ku xelet dibin. Dilxwaz bin ji bo eşkere kirina rastîyê,’’Min xeletî kir’’,u ji xeletîyên xwe rastîyê hîn bibin.
-
GEŞBÎNÎ: yên deha tu carek ji serkeftinê guman nakin. Bi biryar hişê xwe liser tiştekê kom bike dê baş biqewime.
-
HÊZA DADWERIYÊ: Hewl bide ku pêş dadwerîkirinê ji rastiyên rewşê fem bikî. Bi ronakbîrî û li ser esasa insafê tiştan hevrû bike û amade be ku hizra xwe biguherînî
-
BICOŞBÛN: Asta dilxoşiya yên deha ji bo yê ku pêk tînin, dibe sedema handana yên din ji bo ku alîkariya wan bikin. Di rastiyê de bawer dike ku tişt baş birêve diçin. Tu carekî paşve naçe.
-
XWESTA BIDESTXISTINA ŞANSÊ: Tirsa xwe ya ji sernekeftinê têk bibin. Dema hûn dizanin ku dikarin ji şaştiyên xwe hîn bibin, ne pêdivî ye ku ji bidestxistina şansê bitirsin.
-
HÊZA DÎNAMÎKÊ: Bê hêvî li benda qewimîna tiştên baş nesekine. Bi xwe biryara kirina wan tiştan bide.
-
XEBATÊN GIRAN: Yên deha neçîrvanên derfetê ne. Amade be ew xebatên ku yên din wê naceribînin, bisitînî. Tu carekî ji ceribandinê netirse.
-
QAYILKIRINÊ: Yên deha dizanin çawa hana xelkê bidin ji bo ku ji bo pêşveçûnê alîkariya wan bikin. Heke baweriya we xi xebata xwe hebe, bi asanî rêya qayîlkirina wan peyda dikin.
-
XEYRXWAZIYÊ: EZ gihiştime vê baweriyê ku yên deha dikarin bi hêsanî ji xwe re heval bibînin û bi hevalên xwe re rahet in. Destek be ne wekî mirovên ku yên din datînin xwarê. Ev biryar dibe sedema bidestxistina gelek hevalên binirx.
-
HÊZA PEYWENDÎÇÊKIRINÊ: Yên deha dikarin bi awayeke bi bandor ramanên xwe li gel yên din parve bikin. Her derfetek ji bo rûnkirina ramanên xwe jib o kesên din bikar bîne.
-
BÊNFIREHÎ: piranî li hember yên din bênfireh be lê tu car li hember xwe bênfireh nebe. Ji xwe zêdetir ji yên din bipa.
-
TÊGIHIŞTIN: Yên deha xwedê radara derûnî ne û bê sekinîn dixebite. zêdetir ji pêdivî û daxwaza yên din, hizir dikin
-
TEKÛZÎ: Yên deha nikarin asta navinciyê tehemul bikin, nemaze ji bo xwe. Tu carî bi hêsanî ji xwe razî nebe. Her tim hewl bide ku baştir bibî.
-
HESTA HENEKKIRINÊ: Razî be ku li ser xerca te pêbikenin. Dema ku henek li ser te ye hêris nebe.
-
HEMÎ KAREK KIRN: Hînbûna kirina karên zêdetir, baweriyeke zêdetir dide we. Ji xebatên nû fedî nekin.
-
RÛNERMÎ: Çemînbarî ew hêzê dide we ku xwe ligel rewşa guherbarê biguncînin. Hewl bide ku karên xwe bi awaya berê nemeşînî. Amade be ku hertim vebijêrkan reçav bikî.
-
MERAQDARÎ: Fikreke meraqkar û zaniyarîxwaz alîkariya we dike ku zaniyariyên nû bistînin.
-
TAKEKESIYÊ: Karên xwe bi her awahî ku difikrî rast e, bike û netirse ku belkî kesek jê hez neke.
-
ÎDÎALÎZM: Lingên xwe li ser erdê bihêle lê sere xwe li nav ewran de bêt. Hewl bide ku baştirîn tiştan bidest bixî ne tenê ji xwe ji bo mirovatiyê.
-
XEYAL: Yên deha dizanin ku çawa li mercên nû de bifikrin, ji aliyeke cuda ji her kesek din li tiştan mêze dikin. Cihên vala yên mişkê xwe ji bo gihandina wan xeyalan bikar tînin. Her roj dem dane ji bo xeyalkirin, xewneroj û aşopê, wekî dema ku zarok bûyî û te wusa dikir.